Kafeteryayek bo ajel û xwediyên wan hatiye vekirin

06-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îskenderiya yê Misrê kafeteryayek ji ajel û xwediyên wan re hatiye vekirin..

 

Li bajarê Îskenderiye yê Misrê li kafeteryakê xwediyê ajelan dikarin ajelên xwe ligel xwe bînin û wan bi tenê li malê nehêlin. Xwediyê kafeteryayê dibêje kafêterya ji bo rehetî û xweshiya ajalan e.

 

Xwediyê Kafeteryayê Mihemed El-Kok wiha got: “Li Misrê ti giringî bi perwerdeya ajelan nayê dayîn û em  nikarin ti xweşiyekê jê werbigirin.. Gelekî zehmet e ku kesek ligel segê xwe biçe derve, ji ber ku xelkê nerîneke neyênî li seg û xwediyên wan wergirtiye. Ev yek zulm e li ser seg û xwediyê wî. ji ber vê seg  li malê tê bicihiştin.”

 

Li kafeya Mihemed El-Kok pêşwaziyeke baş li segan tê kirin û ne tenê seg li vir hene, meymûn û pisîk jî li wir têne dîtin.

 

Xwediyê seg Mihemed Muslim jî got: “Weke xwediyên segan em nikarin biçin hemû kafeteryayên. Spas bo Xwedê me cihekî gelekî baş û rehet heye. Xizmetguzarî li vir gelekî baş e. Gelek kesên ku ajalên wan nînin têne vir û demeke xweş bi ajalan re derbas dikin.”

 

Ji aliyekî din ve jî ev kafeterya derfetkê ji bo wan kesan peyda dike ku nikarin ajelan li mal xwedî bikin da ku zarokên wan ligel ajalan bilîzin.

 

Kesekî bi navê Mihemed Yehya jî got: “Me ti ajel li malê nînin. Ez kêfxweş im ku kafeyeke wiha heye zarokên me tê cem ajalan û wan nas dike. Îro tecrubeyeke baş bû. Keça min ya biçûk seg helgirt û ligel leyist, lê ya mezintir heta niha ditirse. Her dema ku em têne vê derê, emê ajelkî cuda dibînin û  dema xwe ligel derbas dikin.”

 

Kafeterya her hefteyekê carek pêşwaziya pisîkan dike û bi niyaze ku di paşerojê de xizmetguzariyên veternerî li kafeteryayê zêde bike.


Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst