Peykersazê Kurd li cîhanê deng vedaye lê li Îranê guh nadin karî wî

03-08-2019
RÛDAW
Peykersazê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Rêbîn Heyderî li Bokanê akademiya peykersaziyê damezrandiye.
Peykersazê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Rêbîn Heyderî li Bokanê akademiya peykersaziyê damezrandiye.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Bokan Peykersaz Rêbîn Heyderî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermedê peykersaz ê ji Rojhialtê Kurdistanê, Rêbîn Heyderî li bajarê xwe, Bokanê akademiyeke peykersaziyê bi navê Akdemiya Rêbîn damezrandiye û hogirên peykersaziyê fêrî wê hunerê dike.

 

Rêbîn Heyderî niha li welatê Swêdê dijî û endamê Encûmena Peykersazên Îran û Encûmena Peykersazên Sêwêdê ye û herî nû weke endamê Galeriya Şahî ya Awustralyayê hate wergirtin.

 

Heyderî dema 25 saln e ku peykeran çê dike û li çendîn welatên cîhanê jî pêşangehên karên wî hatine lidarixstin, lê belê li Bokanê ku bajarê wî bixwe ye, çend peyker bi wî hatine çêkirin, lê piştî ku karê çêkirina wan peykeran bi dawî hatiye, berhemên wî hatine paşguhkirin.

 

Wî hunermendê Rojhilatê Kurdistanê, heta niha bi sedan peyker ji kevir, geş, herî û bronze çê kirine.

 

Bi dehan pêşnagehên kar û berhemên Rêbîn Heyder, li welatên weke Amerîka, Swêd, Îtalya, Finlandê û herwiha li çend bajarên Îranê hatine lidarxistin.

 

Hunermend Rêbîn Heyderî ji Rûdawê re dibêje, ew bo dema 18 salan li Amerîka û Ewropayê jiyaye, lê ji ber ku wî hestê xwe yê netewî û ji ber ku wî hest kiriye ku li Kurdistanê pêwîstî bi wî heye, ew vegeriyaye welat û li bajarê xwe, Bokanê akademiya peykersaziyê damezrandiye.

 

Heyderî beşa peykersaziyê li Zanîngeha Fîladelfiya (Philadelphia) ya Amerîkayê xwendiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst