Fenomena medyaya civakî Marlin: Ez berhemên xwe tenê bi Kurdî amade dikim

02-03-2024
RÛDAW
Fenomena medyaya civakî ya ji Rojava Rojavayê Kurdistanê Marlin Albarî bû mêvana bernameya Diyasporayê ya Rûdaw TVyê
Fenomena medyaya civakî ya ji Rojava Rojavayê Kurdistanê Marlin Albarî bû mêvana bernameya Diyasporayê ya Rûdaw TVyê
Nîşan Marlin Albarî Fenomen Medyaya Civakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fenomena medyaya civakî ya Kurd Marlin Albarî ku li Almanyayê dijî, li ser medyaya civakî bi berhemên xwe yên Kurdî bi nav û deng bûye.

Fenomena medyaya civakî ya ji Rojavayê Kurdistanê Marlin Albarî bû mêvana bernameya Diyasporayê ya Rûdaw TVyê ku Hemîn Ebdullah pêşkeş dike û behsa kar û projeyên xwe kir.

Marlin Albariya 22 salî bi eslê xwe ji malbateke ji Rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê dijî.

Fernomena Kurd Marlin Albarî li ser Instagram û TikTokê bi hezaran şopînerên xwe hene.

Marlin Albariyê diyar kir ku ew ji karê vloggeriyê hez dike û eleqeyeke mezin bi stranên Kurdî re heye.

Fenomena ciwan di hemû naverokên xwe de muzîka Kurdî bi kar tîne.

Marlinê da zanîn ku ew ji zarokatiya xwe ve bi stranên Kurdî re eleqedar bûye û stranan amade dike, herwiha vîdeoyên kurt ên pêkenok parve dike.

Marlin Albariyê got:

“Ez vîdeoyên pêkenok jî amade dikim û parve dikim. Di amadekirina stranan de dayika min ji min re dibe alîkar.”

Marlinê eşkere kir ku ew dema çûye Almanyayê 7 salî bûye û got:

“Dema min xwest dest bi vî karî bikim, ji bilî dê û bavê min kesî piştevaniya min nekikir. Heta ku ji min re digotin dernekeve ser medyaya civakî.

Min bi piştgiriya dê û bavê xwe vîdeo amade kirin û belav kirin. Paşê jî xelkê bi erênî pêşwazî kir û min jî berdewam kir.”

Fenomena Kurd herwiha diyar kir ku ew niha bi vî awayî pereyan qezenc dike û got:

"Ez nîşandanên modayê yên wekî reklamê li ser medyaya civakî dikim û ev yek debara min dike.

Ez dixwazim bibim lîstikvan lê tenê ji bo fîlmên Kurdî. Ez naxwazim ne di fîlmên Almanî û ne jî yên biyanî de bilîzim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst