Li Pêşangeha Otomobîlan a Hewlêrê wesayîtên dostê jîngehê balê dikişînin

02-03-2024
RÛDAW
Pêşangeha Navneteweyî ya Otomobîlan a Hewlêrê/Wêne: Rûdaw
Pêşangeha Navneteweyî ya Otomobîlan a Hewlêrê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêşangeha Navneteweyî ya Otomobîlan a Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Otomobîlên elektrîkî yên ku wek dostê jîngehê tên naskirin, îsal li Pêşangeha Navneteweyî ya Otomobîlan a Hewlêrê tên pêşandan.

Di nav wan de otomobîla elektrîkî ya herî nû ya Toyotayê jî hat nîşandan.

9emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Otomobîl, Otomotîv, Otomobîlên Bazirganî û Parçeyên Yedek a Hewlêrê (Erbil Autoshow 2024) 29ê Sibatê dest pê kir.

Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî jî beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Pêşangeh li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê tê lidarxistin.

Bi dîroka xwe ya neh salan, pêşangeh mazûvaniya 200 markayên navdar û 120 saziyên bazirganî dike.

Pêşangeha ku ji hêla Pyramids Groupê ve hat organîzekirin bûye pêşangeheke berfireh a nûjeniyên herî dawî yên di pîşesaziya otomotîvê de.

Îsal berhemên nû yên wesayîtên elektrîkê yên Toyotayê jî di fûarê de cih digirin.

Tiştê ku divê hûn bikin ew e ku divê li şûna sondaya benzînê kabloyeke şarjê têxin, ne egzoz, ne jî dûmana wê heye.

Otomobîla ku giraniya wê 2 ton û 100 kîlo ye û hêza wê jî 214 hesp e û heta niha derneketiye bazarê, bihayê wê jî nehatiye diyarkirin.

“Du bataryayên wê hene”

Endezyarê otomotîvê Dominador Starosa li ser modela herî dawî ya Toyotayê got:

“Du bataryayên wê hene. Dema ku bi tevahî tê şarjkirin, li gorî şêwaza ajotina we wesayît dikare bi qasî 375 kîlometreyan here.

Hûn çiqasî hindik taybetmendiyên wê bi kar bînin dê kapasîteya şarja wê jî ewqasî dirêjtir be.”

Berhema herî nû ya BMWyê ya bi navê XMê, xwediyê du motorên elektrîkê û benzînê ye, giraniya wê 3 ton e û hêza wê jî 200 hesp in.

Şêwirmendê firotinê Elon Îmad got:

“Hûn dikarin li malê 6-7 saetan otomobîlê şarj bikin. Wesayît bi motora xwe ya elektrîkê dikare 80 kîlometreyan here.”

Zêdebûna wesayîtên elektrîkê rê dide ku kompanyayan stasyonên şarjkirinê saz bikin.

Firoşkarê şarjkerên otomobîlan Emced Ehmed da zanîn ku niha bikaranîna wê li stasyonên Hewlêrê belaş e.

Ehmed destnîşan kir ku şarjkerên biçûk ên malan jî hene ku hûn dikarin bi şev otomobîla xwe şarj bikin.

Li piraniya benzînxaneyên Hewlêrê makîneyên şarjê hatine danîn.

Pêşangeha Navneteweyî ya Otomobîlan a Hewlêrê dê heta 3yê mehê vekirî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst