Li Colemêrgê mayin bi leşkeran ve teqiya!

31-08-2018
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Mayîn Teqîn Gever
A+ A-

Navenda Nuçeyan – Li navçeya Geverê ya Colemêrgê mayineke vedayî bi leşkerên artêşa Tirkiyê ve teqiya û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da.

 

Li gorî agahiyan li gundê Evliya ya Geverê di dema operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê de mayineke ku berî li ser rê hatibû vedan bi leşkeran ve teqiya.

 

Parêzgariya Colemêrgê jî ragihand, ku di ew mayin ji dûr ve bi kontrol hatiye teqandin û encamê de leşkerekî canê xwe ji dest daye.

 

Parêzgariya Colemêrgê herwiha da xuyakirin, ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

 

Li herêmê operasyona artêşa Tirkiyê berdewam dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst