Sekreterê berî yê Partiya Komûnîst koça dawî kir

31-05-2017
RÛDAW
Ezîz Mihemed
Ezîz Mihemed
Nîşan Partiya Komûnîst a ıraqê Ezîz Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û sekreterê berî yê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed li Hewlêrê koça dawî kir.

 

Endamê Polîtbûroya Partiya Komûnîst a Kurdistanê û Serokê Freaksiyona Azadî li Parlamentoya Kurdistanê Kawa Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Îro piştî nivro 31-05-2017, sekreterê berî yê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed koça dawî kir.”

 

Ezîz Mihemed 1ê Tîrmeha sala 1924ê li Bêrkotê ji dayik bûye. Di destpêka salên 1940î de hatiye Hewlêrê û beşdarî nav rêzên Partiya Hîwa bûye.

 

Mihemed di sala 1946ê de çûye nav Partiya Komûnîst a Iraqê. Di sala 1948ê de ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve hatiye girtin û heta şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê di zîndanê de maye.

 

Ezîz Mihemed di sala 1964ê de weke Sekreterê Partiya Komûnîst a ıraqê hatiye hilbijartin û heta sala 1993ê serokatiya vê partiyê kiriye.

 

Siyasetmedarê kurd Ezîz Mihemed yek ji wan kesan e, ku Xelata Lenîn wergirtiye. Herwiha di sala 2007ê de Rûsyayê Madalyaya Stêrka Geş a Parzemîna Asya û Efrîqayê daye Mihemed. Bi vî awayî, piştî Nelson Mandela duyemîn kes e, ku ev madalya wergirtiye.

 

Herwiha roja 10ê Hezîrana 2016ê, li Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Madalyaya Barzaniyê Nemir da Ezîz Mihemed.

 

 

 

 

 

Ezîz Mihemed-Barzanî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst