Bû şaredar ji xerîbiyê vegeriya

31-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Cizîre (Rûdaw) – Namzeda BDPê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret, ku piştî kuştina bavê xwe neçar mabû here xerîbiyê, di hilbijartinên herêmî de bi dengên hevbajariyên xwe dîsa vegeriya welêt.

Li Bakûrê Kurdistanê, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) karî hejmara şaredariyên xwe li gorî sala 2009an zêde bike û derxîne 102an.

Ji ber ku BDP di hilbijartinên vê carê de biryar dabû bi sîstema hevşaredariyê beşdar bibe, lewma hejmara namzedên jin ên BDPê ji hemû partiyên Bakûr û Tirkiyê zêdetir bû.

Yek ji wan jinan, namzeda BDPê ya Cizîra Şirnexê Lelya Îmret bû ku 83% dengên hevbajariyên xwe bidest anî û bû şaredara Cizîrê.

Li gorî ku Lelya Îmret dibêje, dema ew 5 salî bûye hêzên tirk li ber çavên wê bavê wê dikujin û ew jî neçar dimîne bi malbata xwe re here bajarê Bremen ê Almanya.

Leyla ku niha 27 salî ye û dixwîne, piştî 22 salan vegeriyaye welatê xwe û dê serdana qebra bavê xwe bike.

Şaredara genc a kurd, tîne ziman, li Almanya her dem di wê xeyalê de bûye ku vegere Cezîrê û dibêje, ew dê bibe pira navbera Bremen û Cizîrê.

Li gorî sîstema hevşaredariyê ya ku BDPê di hilbijartinan de pêk aniye, hevşaredarê Leylayê jî kesê bi navê Qadir Konur e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst