Galeriya wêneyan

31-01-2023
34 Photos
Bilind T. Abdullah

Îro Sêşemê 31.01.2023 salvegera koça dawîya Îdrîs Barzanî li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, berpirsên hikûmet û partîyan, konsûl û nûnerên welatan birêve çû.

Di salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de belgefîlma bi navê “Îdrîs Barzanî – Endezyarê Aşitiyê” ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye berhemanîn hat weşandin.

Ev belgefîlm ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hatiye çêkirin û amadekirin û derhêneriya wê jî Aso Hacî kiriye.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de gotarek pêşkêş kir û tê de got “Kekê Îdrîs ji bo gelê Kurdistanê gelek kir. Lê kêm kar ji bo nîşandana xebata Kekê Îdrîs Barzanî hatine kirin. Piştî 10 salan ji şerê navxweyî, peymana aştiyê bi Mam Celal re îmze kir”