Yekitiya Ewropa: Niha ne dema referandomê ye!

31-01-2016
RÛDAW
Kurdistan - Ewropa
Kurdistan - Ewropa
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Şanda Yekitiya Ewropayê bi Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr re hevdîtin kir.

Îro danê sibê şandeke Yekitiya Ewropayê, ku ji berpirsê ofîsa Yekitiya Ewropayê ya Hewlêrê û komek dîplomat û konsulên Ewropî yên li Başûrê Kurdistanê pêk hatibû, dest bi hevdîtinên xwe bi partiyên siyasî yên Kurdistanê re kirin.

Şanda han destpêkê bi Emîrê Komelê Elî Bapîr re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, Elî Bapîr ji rojnamevanan re got, peyama wan ew bû ku dixwazin ji bo nehîştina kirîza siyasî û tengaviyên aborî, alîkariya Kurdistanê bikin.

Bapîr da zanîn ku şanda Ewropî behsa referandom û serxwebûnê kirine û gotine, em li dijî parçebûna Iraqê ne û niha jî rewş ji bo referandomê baş nîne lê dibe ku di demên pêş de nêrîna me li ser vê mijarê were guhertin.

Emîrê Komelê anî ziman ku wî jî spasiya wan kiriye û ji wan re gotiye, Kurdistan di rewşek nexweş de ye û gellek kes bar dikin diçin û di rê de dimirin, ji ber wê jî divê hûn alîkariya me bikin…

Elî Bapîr diyar kir ku şanda Ewropî kêfxweşiya xwe jî nîşan dane sebaretî çûyîna şanda Kurdistanê bo Bexdayê…

Bapîr da zanîn ku ew jî di mijara referandom û serxwebûnê de mîna wan hizir dike çimkî divê beriya ku serxwebûn were ragihandin, şert û mercên wê yekê bên amadekirin…

Komela Îslamî jî mîna Gorranê, civîna roja 26ê vê mehê ya Barzanî boykot kiribû. Elî Bapîr di bersiva vê pirsê de ku gelo dê tevlî civîna vê carê (6ê Sibatê) ya Barzanî bibin yan na? got, dema hatin bi me re rûniştin emê wê çaxê gotûbêj bikin. Heta rewş normal nebe civînên wisa bê kêr in…

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst