Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Yekitiya Ewropayê dê bi partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re li ser nakokiyên siyasî yên navbera wan partiyan, hevdîtin bike.
Berpirsê ofîsa Yekitiya Ewropayê ya Hewlêrê, Patrîk Geysin û komek dîplomat û konsulên Ewropî dê îro dest bi hevdîtinan bikin ligel partî û aliyên siyasî ji bo dîtina çareyekê ji kirîzên siyasî û aborî re.
Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda Ewropî dê destpêkê bi rayedarên Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) re rûnê.
Berpirsê ofîsa Emîrê Komelê, Hesen Babekir derheqê vê hevdîtinê de ji Rûdawê re got, şanda Yekitiya Ewropa dê yekşemê (îro) bi Emîrê Komelê Elî Bapîr re rûnê û dê bi wî re li ser rewşa siyasî û aborî ya Kurdistanê gotûbêj bikin.
Tê gotin ku şanda Ewropî dê hewl bide partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê nêzîkî hev bike û nakokiyên navbera wan û kirîza siyasî bide çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse