Dozgeriya Amedê Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn wek endamên PKKê nasand

31-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya komarê ya Amedê, di lêpirsîna ku derheqê afîşên pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê li dijî komîteya lidarxistina merasima wê rojê encam dabû, Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn ku wek du sembolên xebatên jinên cîhanê tên nasîn û nêzîkî 90 sal berê mirine, wek “endamên PKKê” bi nav kir.

Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DOKH) ku rêxitineke jinan a nêzîkî BDPê ye, par li Amedê bo pîrozbahiya roja jinên cîhanê hinek afîş dabû çapkirin û li nav bajêr belav kiribû.

Li ser afîşan wêneyên her sê jinên PKKyî yên ku par li Parîsê hatin terorkirin (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez), yekemîn pêşmergeya kurd li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim û sembolên xebata jinên cîhanê Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn hebû û li ser wiha hatibû nivîsandin: “Ji Rosa heta Sakînê, rêya we rêya me ye, sonda we sonda me ye”.

Biryar bû çalakî roja 3ê Adara 2013an were lidarxistin, lê dozgeriya komarê ya Amedê bi hêceta ku li ser afîşê wêneyên endamên PKKê heye, fermana komkirina afîşan dabû û paşê li dijî endamên komîteya lidarxistina merasimê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Li gorî DÎHAyê, dozger di lêpirsînê de diyar kiribû, her çiqas ji ber xatirê bikaranîna risteya “Ji Rosa heta Sakînê, rêya we rêya me ye, sonda we sonda me ye” û wêneyên “endamên rêxistina terorê Rosa Luxemburg, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez” lêpirsîn hatibe vekirin jî lê ji ber ku sûcdaran dîsa afîşên xwe kirin, dadgehê biryara neşopandinê da.

Derheqê vê mijarê de, parêzer Rûşen Seydaoglu diyar kir ku afîşên ku bo roja jinên cîhanê hatibûn çapkirin, beriya ku bên belavkirin hatin komkirin lê dîsa li dijî komîteya merasimê lêpirsîn hat kirin.

Rûşen Seydaoglu anî ziman, dema wan biryara dadgehê lêkolîn kirine dîtine ku dozger Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg jî wek endamên PKKê hesibandiye û wiha got: “Ev, nîşan dide ku daraz ji dînamîka bingehîn a cîhanê ku xebata jinê ye, ti tiştekî nizane, ji ber wê jî dosyayên tundiya li dijî jinan hemû bêencam û lawaz tên darizandin…”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst