Galeriya wêneyan

30-11-2020
14 Photos

Îsal jî weke her sal, di werza zivistan û sermayê de, Gola Çildirê li Bakurê Kurdistanê qeşa girtiye, bi awayekê ku xelk di ser re tên û diçin.

Gola Çildirê mezintirîn gola ava şirîn e li Bakurê Kurdistanê û wek gol jî piştî Gola Wanê di rêza duyemîn de ye, ev gol di navbera bajarên Qers û Ardexanê de li bilindahiya 1965 metre ji asta deryayê ye û ji ava çem û kaniyên zozananên bilind ava xwe dabîn dike û rûbera wê 123 kîlometre çargoşe ye.

Dema ku pileya germê dadikeve bin sifrê, hêdî hêdî derdora wê qeşa digire û di proseya 20 rojan de gol bi temamî diqerise li ser rûyê wê 35-40 cm zemîneke hişk peyda dibe û dem dema kêfa kaşîna bi hespan e.

Di bin sir û sermayê de her sal bi sedhezaran geştyar û gerok tên ser gola Çildirê û di bin sermayê de li ser golê geryanê dikin, sobeyên daran û sergînan jî ji bo vexwarinan têne dadan.

Keç û xort van kêliyên xwe bi selfî û wêneyên ji bo bîranînê tomar dikin.