Galeriya wêneyan

30-11-2017
15 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) – Îro di bîranîna ji dayikbûna pêxemberê ola Îslamê de, li Mizgevta Mezin a Silêmaniyê firavûn (nanê nîvro) ji bo zêdetirî 3 hezar kesan hat amadekirin û li ser xelkê hejar û bê mal û hal û karkrên biyanî de hat parvekirin.

 

Bi boneya bîranîna roja ji dayikbûna Hz Mihemed, Mizgevta Mezin a Silêmaniyê her sal di wê bîranînê de xwarinê ji xelkê re amade dike. Bîranînên ji dayikbûna Hz Mihemed li Kurdistanê weke “Mewlûd” tê naskirin û xelkê musilman ji roja jidayikbûna Hz Mihemed ve mehekê weke meha Mewlûdê bi nav dikin û di wê mehê de “mewlûdan” didin.