Solên Nehîra windabûyî hatin dîtin

30-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Solên Nehîr Aslana 4 salî ya ku li Gurpinara navçeya Wanê winda bibû, 300 metreyî li dûrî mala wê hatin dîtin

Nehîr Aslan dema ku li ber derê mala xwe dileyîst dora saet 14.00an de winda bû û li ser vê yekê malbat û cîranên wê lê geriyan lê ew nedîtin. Piştî ku malbat û cîranan  ew nedît û ji leşkeran arîkarî xwest in. 

Tîma leşkeran jî di encama lêgerînê de ew ne dît û paşê jî ji bo lêgerînek berfirehtir teqwiyê hat xwestin.

Bavê keçka 4 salî Erkan Aslan ragihand ku dema keça wî li ber malan wan dileyîst li ber çavan winda bû ye û got, “Mirov dibêje weke erd qelişî û pê de çû xar e. Em ditirsin ku hatibe revandin. Ji gava winda bûye heta niha me li her derê nêrî lê me nedît.”

Kesên nêzîk wan ên ku bûyer bihîstin tevlî xebatên lêgerîna Nehîrê bûn. Xebatên lêgerîn û dîtinê berdewam dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst