Galeriya wêneyan

30-09-2018
11 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li binkeyeke dengdanê li Hewlêrê amade bû û dengê xwe da. Piştî dengdanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Encamên hilbiajrtinan her tiştek be jî, aliyê serkevtî her xelkê Kurdistanê ye.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe da, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Ez jî weke her welatiyekî din hatime dengê xwe bidim. Dengdan mafê hevwelatiyan e. Ez hêvî dikim, ku bi şêweyeke aram birêve biçe û xelkê Kurdistanê biçin ser sindoqên dengdanê ji bo hilbijartina nûnerên xwe.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir, ku proseya hilbijartinan bi aramî birêve biçe û got: “Daxwaz ji welatiyan û hêzên ewlehiyê dikim ku ewlehiyê biparêzin. Gelek giring e, ku ev prose bi aramî û bê kêşe birêve biçe.”