Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojek wekî betlaneya fermî ragihand

30-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Hikûmet Betlana Fermî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber birêveçûna hilbijartinê û karkirina zêde ya hejamereke pir a karmendên  hikûmetê rojek wek betlane hat ragihandin.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir, ku ji ber karkirina zêde ya hejmareke pir a karmendên hikumetê ji bo çavdêrîkirina proseya hilbijartin a Parlamentoya Kurdistanê, biryar hate dayîn roja duşemê 1ê Cotmeha 2018a ji bo sazî û dezgehên Hikumeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî be.


Sefîn Dizeyî da xuyakirin ku betlaneya fermî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê di demek wiha de ye, ku îro yekşemê (30-9-2018) hilbijartina giştî li seranserê Herêma Kurdistanê birêve çû û ji ber vê yekê jî gelek karmendên ser bi sazî û dezgehên hikumetê ve li ser sindoqên dengdanê ne û bi hejmartina dengan re mijûl dibin.


Îro hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Ji bo vê yekê jî gerek 2 milyon û 914 hezar û 992 hilbijêr çûbana ser sindoqan ji bo hilbijartina 100 endamên parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst