Dizê telefonan: Bi xatirê Selahattin Demîrtaş…

30-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Dizê telefonan ji bo xatirê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş telefona Mehmet Taş ê ku ji Amedê radestî wî kir.


Mehmet Taş ku Kurdekî ji Amedê ye Bakurê Kurdistanê ye ji Rûdawê re got telefona wî ya beriya çend rojan hatî dijîn bi kargoyê jê re hatiye şandin.


Mehmet Taş derbarê vê rûdanê de ji wiha got: “Beriya 20 rojan li balafirxaneya Atatûrk a Stenbolê telefona min hatibû dizîn. Min serî li ewlehiya balafirxaneyê xist. Lê ti encam derneket. Ez vegeriyam Amedê, min hêviya xwe jê birî. Lê Hefteyeke berê dizê min li hevalekî min geriyaye û jê re gotiye ‘Bila xwediyê vê telefonê li min bigere. Ez ê telefona wî jê re bişînim.”

 

Taş dibêje wî jî telefonî diz kiriye û diz jê re gotiye: “Hevalo ez jî Kurd im û bi eslê xwe ji Mêrdîn’ê me. Min li wêne û videoyên te nêrî Selhattin Demirtaş û hinek wêneyê xweş tê de hebûn. Diyarbekirî birayên me ne û em vê yekê bi vî birayê xwere nakin. Ji bo xatirê Selahatin Demîrtaş û Kurdbûna te ez nikarim vê xerabiyê li te bikim. Ji kerema xwe adrêsa xwe ji min re bişîne da ku ez telefona te ji te re bişînim.”


Mehmet Taş diyar kir ku piştî çend rojan telefona wî ji aliyê kargoyê ve gihiştiye wî.

 

Herwiha Taş amaje pê dike ku her cûre belgeyên wî yên di telefonê de hebûne û ti zirar negihiştine telefona wî.


Taş diyar kir ku ew dixwaze bi rêya çapemeniyê sipasiya xwe pêşkeşî diz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst