AMED – Li gundê geştiyarî bi Ala Kurdistanê pêşwaziya geştiyaran dikin

30-08-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hêlîna Min Ala Kurdistanê Geştiyar Çermug Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûg a Amedê gundê geştiyarî yê bi navê Hêlîna Min li ber Çemê Sînagê li berpala Çiyayê Aşûkarê bi Ala Kurdistanê xêrhatina geştiyaran dike.

 

Li Çêrmûgê gundê geştiyarî Hêlîna Min bi Ala Kurdistanê xêrhatine mêvanên xwe dike. Gundê geştiyarî di sala 2014an de di serdema pêvajoya çareseriyê de hîmê wê hatiye avêtin. Hinek ji bo ava bi şîfa germavê, hinek ji bo gerê, hinek geştiyar jî bo veberhênanê wate kirrîn xaniyên vî gundî tên seredana gundê Hêlîna Min dikin.

 

Di meha Kanûna 2016an de qonaxa yekem a pirojeyê bi rêwresmekê hatiye vekirin. Niha bi 78 xaniyên ku ji jûr û holek yan jî ji du jûr û holek pêk tên pêşwaziya geştiyaran dike. Tê payîn ku piroje di sala 2023yan de temam bibe. Ku hingê 3 hezar xanî li ser 300 donimî ji geştiyaran re amade be.

 

Herwiha geştiyarên bixwaze dikare ji vir xanî jî bikirre. Hem bi temamî dikare bikirre, hem jî ji deh rojan û berbijortir dikarin ji bo demeke diyar jî bikirrin û heta hetayê di van rojên kirrîyî de bê li vir betlaneya xwe derbas bike.

 

Ji roja ku pirojeya vî gundê geştiyarî ji aliyê karsazek Kurd ê Çêrmûgî ve hatiye destpêkirin, ev ala Kurdistanê jî daliqandiye. Li gor kargêrê Hêlîna Min geştiyar bi dîtina ala rengîn kêfxweş dibin.

 

Kargêrê Hêlîna Min Serkan Dûmlû ji Rûdawê re wiha got: “Serokomarê Tirkiyê jî di pêşwaziya rayedaran de Ala Kurdistanê bi dîregan ve dadiliqîne. Di pêvajoya çareseriyê de ji roja ku me dest bi vê pirojeya gundê geştiyarî kir heta niha ala Kurdistanê li vir daliqandiye. Madem em li vir kar dikin divê em li gor bendewariyên xelkê herêmê bin. Piştî ku şer û pevçûnan dest pê kir hinek çêkirina gundê Hêlîna Min giran bû. Niha rewş baş e. Di vê dansalê de mehane 10-12 hezar geştiyar seredana vir dikin. Deriyê me ji geştiyarên Herêma Kurdistanê re jî vekiriye.”

 

Abdulqadîr Gumuşkan yek ji wan geştiyaran e ku tevî malbata xwe ji Rihayê hatiye. Ew hem hatiye ji bo ger û geştê hem jî ger bikeve serê wî dê ji vir xwe re cih bikirre.

 

Geştiyar Abdulqadîr Gumuşkan jî got: “Ez hem hatime li vir bigerim hem bibînim, hem jî ji bo şîfayê bibînim. Bi rastî jî ev der pir xweş e. Ez pir xweşhal bûm.”

 

Hinek acenteyên geştiyarî yên Bakurê Kurdistanê jî bi Hêlîna Min re dixebitin û ji bo wan geştiyaran vediguhezînin.

 

Berpirsê Acenteya Geştiyarî ya Arsiya Umran Gunen anî ziman ew dixwazin xelk wê derê bibînin û wiha domand: “Da ku mîna berê ji Amedê netirsin, da ku ji vê erdnîgariyê netirsin. Ji ber vê yekê em cihên bi vî rengî didin naskirin. Em hem li vir xaniyan wekî dewrkirina milk ji deh rojan û berbijortir didin firotin, hem jî ji bo yên ku dixwazin derkevin bêhnvedanê ji bo betlaneya xwe derbas bikin haya wan ji vir jî çêbibe.”

 

Hinek geştiyar li ser Pira Xabûrman a dîrokî ya nêzîkî hezar salî selfî digirin hinekên din ên ji bo şîfayê hatine jî piyên xwe dixin nava ava germavê. Ku ava bi kukurt a germavê hem ji bo nav xaniyên Hêlîna Min hem jî ji bo derve hatiye veguhestin.

 

Li gundê geştiyarî yê Hêlîna Min di qonaxa yekem de 78 xanî tên çêkirin. Li ser 300 donimî heta sala 2023yan tê payîn ku çêkirina 3 hezar xanîyî temam bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst