WÊNE - Erebaneya hemaltiyê ya pêşmergeyê şehîd kete arşîva Celal Talebanî

30-08-2017
RÛDAW
Nîşan Arşîv Pêşmerge Celal Talebanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Malbata pêşmergeyê şehîd ê bi navê Xelîl Xalid, erebaneya wî ya pê hemaltî dikir dane Arşîvxaneya Celal Talebanî ya Koyê.

 

Pêşmerge Xelîl Xalid Sofî, dema ji erkê pêşmergetiyê vedigeriya, hemaltî jî dikir. Lewma erebaneyekê wî yê 3 teker hebû.

 

Xelîl Xalid Sofî, roja 17ê Cotmeha 2017ê, di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bû.

 

Şehîd Xelîl xelkê bajarokê Hacîawa ya navçeya Ranyayê bû û bavê 4 zarokan bû.

 

Piştî şehîdbûna wî, malbata şehîd erebaneya wî pêşkeşê Hola Arşîvxaneya Mam Celal li Koyê kir.

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst