FLAŞ – Li dijî PDKê komplo…

30-08-2016
RÛDAW
Nîşan PDK Tevgera Goran Parlamentoya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Koma PDKê li Parlamentoya Iraqê Hakim Tariq Gerdî îddîa kir ku li Bexdayê di navbera Kurd û Şîeyan de hevpeymaniyek heye û li dijî PKDê komloyek tê birêvebirin.

 

Roja 27ê Tebaxa 2016ê, di rûniştina Parlamentoya Iraqê de Partiya Dewleta Yasa ya Şîeyan, Wezîrê Darayî Hoşyar Zêbarî vexwendin parlamentoyê û paşî xwestin li dijî wî îmzeyan kom bikin.

 

Koma PDKê jî li hember vê helwestê daxwaz ji komên din ên partiyên Kurdistanî (YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) kir ku ji bo piştgiriya Zêbarî ji rûniştinê derbikevin. Lê ev daxwaza PDKê nehate qebûlkirin.

 

 Parlamenterên Partiya Dewleta Yasa ya Iraqê, di wî rûniştinê de 11 pirs pêşkeşê Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî kirin. Zêbarî bersiv da pirsan lê ev pirs nehatin qebûlkirin û ji bo wergirtina baqweriyê ji Zêbarî, koma Dewleta Yasa dest bi komkirina îmzeyan kir.

 

PDK li Bexdayê tenê maye

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku wî beriya mehekî Hoşyar Zêbarî agahdar kiriye lê wî gotiye, “pir hêsan e”.

 

Şêx Mihemed ku di heman demê de parlamenterê Tevgera Goran e, rexne li helwesta PDKê ya li Bexdayê girt û got:

 

“Hemahengî û danûstandina PDKê li Bexdayê ligel partiyên din ên Kurdistanî qels e. PDKê derbarê vê xalê de ti partiyek agahdar nekir. Pêwendiyên Zêbarî bi xwe jî ligel parlamenterên Kurd ne hinde baş e.”

 

Lê Aram Şêx Mihemed ev yek veneşart ku li pişt vexwendina Zêbarî ya ji bo parlamentoyê de armancek siyasî hebe.  

 

Parlamenterê YNKê li Parlamentoya Iraqê Newzad Resûl jî diyar kir ku polîtbûroya partiya wî ji wan daxwaz kiriye ku piştgiriyê bidin Zêbarî da ku dengê baweriyê jê neyê wergirtin.

 

Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder jî got:

 

“PDK li Bexdayê ligel partiyên din hemahengiyê nake. Ji me xwestin ji bo boykotkirinê em ji rûniştinê derbikevin. Lê me daxwaza wan qebûl nekir.”

 

Dixwazin dengê baweriyê ji Zêbarî werbigrin

 

 Li gorî rêznameya Parlamentoya Iraqê, ji bo wergirtina baweriyê ji wezîrekî pêwîstî bi dengên ji sedî 50+1ê parlamenteran heye. Wate eger ji 328 perlamenteran 166 jî amade bin û bi dengên tevahiyan dikare wezîr ji kar bê dûrxistin.

 

Serokê Koma Komela Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd jî îddîa kir ku tenê ne aliyên Ereb, piraniya aliyên Kurdî jî dixwazin dengê baweriyê ji Hoşyar Zêbarî bê wergirtin.

 

Ehmed Hecî Reşîd sedema vê yekê bi danûstaninên PDKê yên li Bexdayê ve girê da û wiha axivî:

 

“Beriya niha ji bo boykotkirina biyaran 3 caran li ser daxwaza PDKê em ji hola parlamentoyê derketin. Lê vê care ew tenê man. PDKê dostên xwe ji dest daye. Divê çareke din ligel me bişêwire.”

 

Ehmedî Hecî Reşîd diyar kir ku pêgeha niha ya PDKê li Bexdayê ne weke ya berî ye û wiha berdewam kir:

 

“beriya niha li Bexayê tenê PDK dihate naskirin. Lê niha ne wisa ye. Piştî rêkeftina Goran û YNKê, van aliyan ji Iraqiyan re gotin ku em yek in û partiyên Îslamî jî ligel me ne. Lê Ereban bawer nedikir. Piştî ku ev daxwaza PDKê ya boykotkirina parlamentoyê nehate qebûlkirin, êdî Ereb jî ji sedî 100 bawer dikin ku PDK bi tenê maye.”

 

PDK: Hemû tişt bi plan e

 

Lê Cîgirê Serokê Koma PDKê li Parlamentoya Iraqê Hakim Tariq Gerdî diyar kir ku di nava Parlamentoya Iraqê de ji bo dijîtiya PDKê, plan û bernameyek hatiye saz kirin.

 

Gerdî îddîa kir ku komployek li holê heye û got:

 

“Destê li pişt vê plane eşkere ye. Piştî rêkeftina YNK û Tevgera Goran, hatina şanda herdu partiyan bo Bexdayê, paşî serdana Malîkî ya Silêmaniyê vê yekê nîşan dide. Karê wan beralî kirina PDKê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst