Prof. Dr. Kadri Yıldırım: Ji DAIŞê zarokên xwe bixwazin

30-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Wan (Rûdaw)- Prof. Dr. Kadri Yıldırım li Wanê di panela bi navê “Aştiya Rojhilata Navîn û Îslam”e de bangi dayikên ku zarokên wan tevlî rêxistana Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bûyîn kir û got, “Werin  li Amedê li Qada Şêx Seîd çadiran vegirin, zarokên xwe ji DAIŞê bixwazin.”

 

Panela li Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê de Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Doç.Dr. Veysel Ayhan, nivîskar Ayhan Bilgen û Hevşaredara Erdişê Diba Keskin wek gotadêran beşdarbûn.

 

Di pan3lê de Kadri Yildirim got, “Di îslamê de çawa prensîbên aştiyê hene wisa yên şer jî hene. Li gori îslamê eger mirov mecburê şerkirine bibe divê jin û zarokan ji şer dûr bêxin. Lê belê a niha li Rojhilata Navîn DAIŞ jin û zarokan dikujin û bi cesedê wan dilehîze.

 

Hevşaredara Erdişê Diba Keskin jî diyar kir ku pêşiya DAIŞê di deme wê de ne hat girtin, ji ber vê yekê jî her gava paştire li herêmê îstîfade dike û êrîşan didomîne.

Di panêle beşa pirs û bersivan de mevanan anî zimên ku Ewrûpa li hemberî wan êrîşan bêdeng maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst