Dersîm (Rûdaw) - Şaredariya Pilûrê ji bo malbatên hejar û xwendekarên kêmderfet zeviyên xezînê cot dike.
Şaredarê Pilûrê Mehmet Fatih Maçoglu ji Rûdawê diyar kir armanca destpêka şaredariyê her çend piştgirîdana hejaran be jî hewl dide di hundirê 2 salan de hemû niştecihên gund û navenda navçeyê ji van zeviyan sûdê werbigirin.
Navçeya Pilûr a bajarê Dêrsîmê heta hilbijartinên herêmî yên sala par jî tenê bi Çilçavkaniyên Çemê Minzûrê û berfa xwe ya zêde navdar bû. Bi hilbijartinan re bû yekane şaredariya komûnîst a Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û deng veda.
Şaredariyê heta niha ava navmalan erzan kir, piştre wesayîtên rêwiyan ên şaredariyê kir bêpere. Niha jî di warê çandiniyê de cara yekem di asta rêveberiyeke fermî de xebateke kolektîf li nav zeviyan dide destpêkirin.
Ji ber şer û pevçûnan ji sala 1994an ve heta niha bi deh hezaran dekar zeviyên navçeyên nedihatin çandin. Şaredariya Pilûrê ya Partiya Komûnîst a Tirkiye (TKP) ku niha bi 450 dekarî dest bi çandiyê kiriye, hewl dide dîsa zeviyan şîn bike.
Mehmet Fatih Maçoglu da zanîn , Endamên Civata Şaredariyê yên ji partiyên din piştevaniya vê projeya hilberîna berhemên organîk û sirûştî dikin.
Rêveberê Şaxê Pilûrê yê Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) Alî Haydar Dermanlî jî wiha got:
“Bêguman ev tenê bi hewla şaredariyê pêk nayê, xelk jî bi ked û hêza xwe hevkar e. Tenê benzîn û tovên nok, lovî û pitateyan tên kirin. Hemû cotkar bi dilê xwe û bêmûçe dixebitin.”
Hemwelatiyê bi navê Bakî Beyazgul jî wihad dibêje: “Ev devera wekî Hîmalayên Dêrsîmê ne. 6 mehan di bin berfê de ye. Di heman demê de çavkaniya av, berdarî û berekata Mezopotamyayê ye. Lê belê xelkê bajêr ji ber bêkariyê koçber dibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse