71mîn salvegera darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed

30-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Komara Kurdistanê Mihabad Qazî Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed 31ê Adara 1947ê ji aliyê Îranê ve hat darvekirin. 71 sal di ser wê rojê re derbas dibin, lê her sal ew roj tê zindîkirin.

 

Piştî ku Pêşewa Qazî Mihemed biryar da li beramber leşkerkêşiya hikûmeta Îranê şer neke, du caran ji aliyê hikûmeta paşayetî ya Îranê ve hat dadgehkirin û biryara darvekirinê li ser hat ferzkirin.

 

Qazî Mihemed li dadgehê û li beramber dadwerên leşkerî yên artêşa Îranê, damezrandina Komara Kurdistanê û mafê dewletbûnê yê Kurdan parast. Pêşewa Qazî Mihemed, di wesyetnameya xwe de daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku yekrêz û yekgirtî bin û pişta xwe bi biyaniyan girênedin.

 

Pêşewa Qazî Mihemed salek û du meh û heşt roj berî darvekirinê di 30ê Adara 1946ê de li Meydana Çarçira ya Mehabadê, damezrandina Komara Kurdistanê ragihand. Nêzîka 11 mehan serokatiya wê komarê kir, lê piştre hikûmeta Îranê êrîşî navçeyên jêr desthilata Komara Kurdistanê kir û Qazî Mihemed biryar da ku şer neyê kirin.

 

Paşê Qazî Mihemed ligel Heme Husên Xanê Seyfî Qazî kurap û Ebulqasim Sedrî Qazî yê birayê xwe du caran hatin dadgehkirin. Her car dadgehkirinê çend rojan berdewam dikir. Rûniştina duyem a dadgehê di 28ê Adara 1947ê de dest pê kir. Du rojan berdewam bû û têde biryara darvekirên hat dayîn û hat cîbicîhkirin jî.


Pêşewa Qazî Mihemed piştî xwe wesyetnameyeke siyasî bicîh hiştiye. Têde daxwaz dike ku Kurd baweriyê bi xeyrî xwe nekin, hevdu bigirin û berjewendiyên giştî nekin qurbana berjewendiyên şexsî.

 

Pêşewa Qazî sala 1900î ji dayîk bûye. Ji xeynî Kurdî û Farisî, di zimanên Erebî, Fransî, Ingilîzî û Rûsî de jî şareza bû. Li ser dab û nerîtên bav û kalên xwe dadwer û du salan jî Rêveberê Fermangeha Kulturî ya Mehabad bû. Endamê Komeleya Jiyanewe ya Kurd bû.

 

Li ser destê wî navê komeleyê hat guhertin û bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Rojhilatê Kurdistan). PDKê, roja darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed wek Roja Şehîdên Kurdistanê diyar kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst