Hewlêr (Rûdaw) - Li Erebistana Siûdiyê ji ber barana ku çar roj in dibare û lehiya rabû û di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdiyê ji roja Yekşemê (27.01.2019) vir ve baran dibare û li herêmên cuda lehî rabû.
Di nûçeyê de hat gotin di nav van çar rojan de ji ber lehiyê 12 kes mirin, 271 kes hatin rizgarkirin û li herêma Tebukê jî 137 kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku ji ber ba, bager, lehî û baranê bila bi tevdîr bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse