Li Hesekê tenê saetek elektirîk heye

30-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Heseke (Rûdaw) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, rojê tenê yek saetê elektirîk heye.


Ev çend roj in ku pêleke sermayê Herêma Cizîrê girtiye û berf jî li gelek bajaran bariyaye. Di nava vê pêla sermayê de, pirsgirêka elektirîkê li Herêma Cizîrê berdewam e.


Welatiya bi navê Emel Ahmed ku ji bajarê Hesekê ye dibêje tenê rojê yek saetê elektirîk peyda dibe lê ew tu sûdê ji wê jî nabînin ji ber ku pir lawaz e.


Endezyarê Elektrîkê Dara Mahmûd diyar kir ku hêza elektrîkê ji 220 Voltî tenê 150 volt digihêje welatiyan, lewma pir ziyan li alavên malan dibe.


Xwedî jeneratorê Ridwan Şêxî jî dibêje ku ew her ampêrekê bi 1200 lîreyan difroşên û bi gotina wî sedema buhabûna nirxê ampêran tunebûn û buhabûna mazotê ye.


Qutbûna eleketrîkê û buhabûna nirxê ampêran bandorê li ser jiyana welatiyan dike, nemaze, ew kesên ku karê wan girêdayi elekatrîkê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst