Ji ber berfê li beşeke dibistanên Sine û Urmiyê betlane ye

29-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Berf Dibistan Sine Urmiye Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Perwerdehiya Parêzgeha Sineyê ragihand ku li dibistanên qonaxa seretayî yên bajarên Bane, Seqiz, Merîwan û gundên devera Zêwye û Dîwander ji ber barîna berfê îro şemiyê betlane ye.

 

Di daxuyaniya Perwerdehiya Sineyê de hatiye diyarkirin ku dibistanên deverên Serşiyo û Komasî yên Merîwanê sibe yekşemê jî ji ber barîna berfê û daketina pileyên germahiyê dê betlane be.

 

Herwiha Rêveberiya Perwerdeya Urmiyê jî ragihand ku beşeke ji dibistanên bajarên Xoy, Selmas, Şot û Çaypare li bakurê parêzgehê ji ber sermaya zêde û barîna berfê îro betlane ye.

 

Ji êvara pêncşemê ve barîna berfê li Rojhilatê Kurdistanê û deverên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û bandor li ser hatûçûn û rêyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst