KERKÛK – Li ser navê asayişê malbatek şelandin

29-12-2016
RÛDAW
Kerkûk
Kerkûk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê hinek kesên ku xwe wekî endamên asayişê dane nasîn malek şelandin.

 

Li bajarê Kerkûkê di heyama mehekê de 9 bûyerên şelandin û diziyê qewimîn lê heta niha ti kes nehatine girtin.


Welatiyê Kerkûkê yê bi navê Mele Muhsîn Wahab jî yek ji wan kesan e ku mala wî hatiye şelandin.


Mele Muhsîn Wahab ji Rûdawê re diyar kir ku bi şev 6 kesên çekdar û rû peçandî xwe wekî endamên asayişê dane naskirin û ketine hundire mala wî.


Wahab wiha got: “Em daxistin mezelekê de derî li ber me asê kirin. Bi hêceta lêgerinê 40 hezar dolare me dizin. Piştre mirov û ciranên me haware me hatin û derî şikandin û em xilas kirin.”


Berdevkê Asayişa Kerkûkê Simko Mahmûd jî wiha got: “Dema dinê tarî bû bila welatî deriyên xwe ji kesên biyanî re venekin. Di rewşeke wiha de bila ji polîs û hêzên ewlekariyê agahdar bikin û alîkariyê bixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst