Li 6 taxên Farqînê qedexeya çûnûhatinê

29-11-2016
SALİHÊ KEVİRBİRÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku duh gerîlayên PKKê bi şev li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê  gundparêzeke ser bi artêşa Tirkiyê ve kuştin û dudu jî birîndar kirin, parêzgeriya Amedê li 6 taxên Farqînê qedexeya çûnûhatinê ragihand.


Parêzgeriya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê û bi mebesta “parastina ewlekariya xelkên sivîl” qedexeya çûnûhatinê li 6 taxên Farqînê hat ragihandin.


Parêzeriya Amedê dest nîşan kir ku, ew qedexeya çûnûhatinê li taxên  Eskikoy, Susuz, Gunduzkoy, Otluk, Karahacı, Uçbasamakê de ji seat 10 şeva borî û heta biryareke din hat ragihandin.


Li aliyekî din ragihandinên ser bi PKKê eşkere kirin ku, gerîlayên PKKê duh bi şev li ser rêya Sêrt-Êlihê li hemberî xeta gaza sirûştî êrîş pêk anîn, û gihîşt  asta ku êdî neyê bikaranîn.


Li gor medyaya Tirkiyê duh bi şev giropeke çekdar bi guleyan êrîşî navenda polîsan a li taxa Êlihê li bajarê Êlihê ango Batmanê kirin û demek kurt şer deket lê di encamê de tiştek ji kesî nebû.


Artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê da diyar kirin ku, balefirên wan 4 kampên PKKê yên li Çiyayê Cûdî ser bi Şirnexê ve bordûman kirin.


Herwiha artêşa Tirkiyê dibêje hêzên wan otomobîleke bombekirî li ser riya Colemêrgê dîtin û ew teqandin


Artêşa Tirkiyê herwiha îdia dike ku di encama operasyonên hêzên wan li dijî gerîlayên PKKê li Şemzînana Colemêrgê dest danîn ser 2 ton madeyên teqmenî yên PKKê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst