Li Dihokê 31 kes bi jehrê ketin

29-10-2023
Nîşan Dihok Xwarin Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dihokê 31 kes ji ber xwarinê bi jehrê ketin.

Rêvberê Xweparastina Tenduristiyê ya Dihokê Ferhad Îsmaîl ji Rûdawê re got ku wan kesan li xwaringeheke Dihokê xwarin xwariye û bi jehrê ketine.

Ferhad Îsmaîl da zanîn ku ev kes piştî ku li nexweşxaneyê hatine dermankirin çûne malên xwe û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

“Me ji 14 xwarinan nimûne wergirtin”

Ferhad Îsmaîl amajê pê kir ku ew li ser bûyerê lêkolînan dikin û got:

“Me ji 14 xwarinên xwaringehê nimûne wergirtin. Piştî lêkolînan dê diyar bibe ka xwarin kevn bûne yan xerabe ne. Heta 48 saetan dê encam diyar bibin û em dê encaman ragihînin.

Li aliyê din, li gorî agahiyên Rûdawê ew xwaringeh hatiye girtin û derbarê berpirsiyan de pêvajoya dadî dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst