Li Tirkiyê rêznameya karûbarên komele û rêxistinên sivîl tê guhertin

29-10-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Wezareta Navxwe yê Tirkiyeyê di rêznameya karûbarê komele û rêxistinên civakî yên sivîl de guhartinek kir
Wezareta Navxwe yê Tirkiyeyê di rêznameya karûbarê komele û rêxistinên civakî yên sivîl de guhartinek kir
Nîşan Rêzname Amed Guhertin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Wezareta Navxwe yê Tirkiyeyê di rêznameya karûbarê komele û rêxistinên civakî yên sivîl de guhartinek kir.

 

Li gor rêznameya nû divê rêveberiya komeleyan hemû agahiyên di derbarê endamên xwe de mehane radestê wezaretê bikin, li hember vê biryarê komele û rêxistinên civakî nerazî ne û ew dibêjin ev guhartin dê pêşî li mexdûriyetên mezin veke. Herwiha Komeleya Mafê Mirovan ji bo rêznameya nû ya wezaretê rawestîne serî li dadgeha bilind a dide.


Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di rêznameya Yasaya Komeleyan de guhartinek kir. Li gor rêznameya nû divê sendîka û komele di derbareyê rêvebir û endamên  xwe de hemû agahiyên şexsî bi rêya pergala DERBISê (Sîstema Agahiyên Komeleyan)  her meh radestê wezareta navxwe bikin.


Heta niha wezaretê tenê ji bilî dahat û lêçûnên komeleyan tenê hejmara endamên komeleyan di salê de 3 caran dixwest; lê niha divê komele nav, pîşe, navnîşana mal û kar ên endamên xwe jî bi wezaretê re parve bikin.


Derbarê vê mijarê de Serokê Însiyatîfa Heqê ya Amedê Reha Ruhavioglu ji Rûdawê re wiha got: “Jixwe gelek kes ji ber zexta dewletê nedikarîn bibin endamên van komele û rêxistinên civakî; bi vê biryarê dê hem gelek kes bibine armanc û gelek kes jî,  dê xwe ji endamtiya van komele û rêxistinên civakî vekişînin ev tê wateya ku însiyatîfa sivîl li Tirkiyê ji nav here"


Serokê Komeleya Mafê Mirovan û herwisa mafnas Abdullah Zeytûn jî ji rêznameya nû ya Komeleyan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê  nîgeran e û ew  dibêje ku Tirkiye her diçe dibe welatekî îstîxbarat ango saloxgeriyê.


Abdullah Zeytûn jî wiha axifî: “Guhertina rêznameya komeleyan li dijî mafê mirovî ye; agahiyên di derbarê endamên sendîka û komeleyan de divê veşartî bimîne, dibe ku di paşerojê de hikumet ew kesên ku di komeleyên opozîsyonê de cîh girtine ji karên wan bavêje û ew bibine armanc, em niha xwe amade dikin da ku hikumetê ji vê biryarê vegerînin”


Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 114 hezar û 218 komele hene û bi tevahî 11 milyon û 107 hezar endam li ser van komeleyan tomarkirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst