Qedexeya çûnûhatinê li 77 gund û deverên Amedê hat ragihandin

29-10-2018
RÛDAW
Nîşan Amed Hazro Karaz Licê Qedexe PKK
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Parêzgeriya Amedê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, ji ber operasyonên li dijî  gerîlayên PKKê qedexeya çûnûhatinê li 77 gund û deverên navçeya Hazro, Karaz û Licê yên Amedê hate ragihandin.

 

Parêzgeriya Amedê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, ev qedexeya çûnûhatinê li wan 77 gund û deverên navçeya Hazro, Karaz û Licê ji îro Duşemê (29.10.2018) demjimêr 21.00  ve dest pê dike û heta bi biryareke din ewê berdewam bike.

 

Li gor daxuyaniya parêzgeha Amedê gelek cebilxane û çekên hatin bicîhkirin û li hin gundên wan navçeyan, leşker  hatine belavkirin.


Parêzgeriya Amedê dide xuyankirin ku, ev qedexeya çûnûhatinê bi mebesta parastina jiyana xelkê hatiye ragihandin.

 

Tê zanîn ku piştî agirbest û pêvajoya aşitiyê, di navbera PKKê û dewletê de, di dawiya Tîrmeha 2015an de, têkçû, hikûmeta Tirkiyê li bin navê operasyonên li dijî PKKê, li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê, qedexeya çûnûhatinê yan jî herêmên ewlekariyê ragihandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst