Parêzerên Gultan Kişanak pê re hevdîtin pêk anîn

29-10-2016
RÛDAW
Nîşan Gultan Kişanak Firat Anli hevdîtin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Parêzerên Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi wê re hevdîtin pêk anîn.


Polîsê Tirkiyê şeva 25ê Cotmeha 2016 her du hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anli desteser kiribûn.


Parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî 4 rojan bi muwekîla xwe re hevdîtin pêk anîn.


Yek ji parêzerên Gultan Kişanak ê bi navê Mehmet Emin Akatar li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand wan îro bi muwekila xwe Kişanak re hevdîtin kir.


Mehmet Emin Aktar wiha got: “"Me wekî parêzerên Gultan Kişanak piştî 4 rojan hevdîtin pêk anî. Rewş û moralê wê pir baş e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst