Pêl bi pêl direvin û pêşmerge pêşwaziya wan dike

29-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şerê_Mûsilê Pêşmerge Koçber Kampa Xazirê
A+ A-

Başîk (Rûdaw) – Piştî destpêkirina operasyona Mûsilê, xelkê ku li deşta Nînowa ji ber DAIŞê direvin, xwe digihînin Hêzên Pêşmerge. Heta niha 600 malbatên reviyane li kampên penaberan hatine bicîhkirin.

 

Hêzên Pêşmerge di 13 rojên operasyona Mûsilê, Hêzên Pêşmerge li eniya Xazir û Başîkê 15 gund, 2 komalgeh û navçeyek rizgar kirin ku piraniya xelkê van deveran kurdên şebek, kakeyî, êzidî û herwiha mesîhî bûn.

 

Artêşa Iraqê jî qezaya Hemdaniyê, navçeya Bertille, bajarokên Keremlêş, Nemrûd û zêdetirî 10 gundên rojhilatê Mûsilê kontrol kirin.




Di dema operasyonê nê nêzîkî 600 malbatên koçber ên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, li Kampa Xazirê hatine bicîhkirin. Berpirsên pêşmergeyan dibêjin xelk kom bi kom direvin û xwe digihînin gel wan.

 

Jinek pîr ligel du neviyên xwe ku mala xwe bicîh hişt û li eniya Xazirê gihişte pêşmerge got: “DAIŞî di nava gundê me de bûn. Em gelek ditrsiyan ku me bigrin û bikûjin.”

 

Hêzên Pêşmerge koçberan pêşwazî dikin û alîkariyê didin wan.




 

Koçberekî ji gundê Ebûcerba jî got: “Ez ereb im. Niha nêzîkê hezar kes di gundê me de hene. Lê 20 çekdarên DAIŞê lê ne. Şeva borî jî gulle berdidane malên me.”

 

Tê pêşbînîkirin ku di dema pêvajoya operasyonê de nêzîkî milyonek kes ji bajêr birevin û piraniya wan jî berê xwe bidin Kurdistanê.

 

Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê niha tenê 15 kîlometreyan ji bajarê Mûsilê dûr in.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst