YNKê bersiv da berpirsê PKKê: Em guh nadin gotinên qirçokekî weke te

29-08-2017
RÛDAW
Nîşan Sedî Pîre YNK PKK MÎT Tirkiye Operasyon KCK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre bersiv da daxuyaniyên Endamê Konseya Serokatiya KCKê Diyar Xerîb û got: “YNK bi dehan sal e baca siyaseta xwe ya kurbûnê dide. Ev ne ji ber xatirê ti kesan e. Em nirxê bilind ê helwesta xwe ya nîştîmanî ji qirçokekî mîma Diyar Xerîb wernagrin.”

 

Sedî Pîre herwiha daxwaz ji PKKê kir, ku gotinên Diyar Xerîb ên li ser YNKê weke daxuyaniya fermî qebûl neke.

 

Berdevkê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê YNKê Sedî Ehmed Pîre bi daxuyaniyekê ragihand: “Di nava çend rojên derbasbûyî de pêwendiyên di navbera Komara Tirkiyê û YNKê de aloz bûn. Sedema wê ew bû, ku operasyonekî dezgeha îstîxbarata Tirkiyê ya li dijî PKKê, li nava sînorên Silêmaniyê, ku bêyî agahdariya dezgehên Herêma Kurdistanê bû, têk çû.

 

Her çawa be em niha mijûlê çareserkirina pirsgirêkê ne û vê yekê ne baş dibînin. Çimkî nabe YNK fatûreya serneketina operasyonên dezgeha îstîxbarata Tirkiyê bide. Herwiha, ji aliyê nezaketa dîplomasiyê ve jî ev ne karekî rast e. Pêwendiyên me baş bin an jî xirab, ne rast e ku welatekî cîran were û serweriya Herêma Kurdistanê binpê bike, hewlên wiha bide. Bi taybetî jî ev operasyon li dijî hêzekî Kurdistanî be, ku ev yek jî zirarê bigihîne hemû Tirkiyê.”

 

Sedî Pîre derbarê gotinên Endamê Konseya Serokatiya KCKê Diyar Xerîb daxwaz ji KCKê kir, ku “gotinên ne dilnizmî yên Diyar Xerîb ên li hember YNKê” qebûl neke û wiha got:

 

“YNK ev bi dehan sal e baca siyaseta Kurdistanî ya xwe di oxira kurdbûnê de dide. Ev ne ji ber xatirê ti kesî ye. Em nirxê bilind ê helwesta xwe ya nîştîmanî ji qirçokekî mîma Diyar Xerîb wernagrin. Ji ber ku ev siyaseta YK ya li ser kurdên bakûr e.

 

Em dixwazin KCK vê yekê zelal bike ka gelo ev gotinên Diyar Xerîb nêrîna fermî ya KCKê ye yan ne. Yan gelo rewa dibîne ku operasyoneke wiha ne rast were kirin û em jî li ser vê şerekê derbixin. Ev jî di rewşeke wiha hestiyar û nazik de, ku dosyayekî mezin ê neteweyî şli pêşiya me ye, bixin nava metirsiyê.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de Berdevkê YNKê ji kadroyên partiya xwe daxwaz kir, ku kes ji aliyê xwe ve helwest wernegre û diyar kir: “Ji bo riya pêşiya kesekî weke Diyar Xerîb xweş nebe, ku keviran bavêje YNKê, jixwe her ji ber xwe ve diaxive, divê ti kes nebe xwedan helwesteke şexsî. Divê Diyar Xerîb bizene ku em weke wî dew û doşavê tevlêhev nakin da ku xwe ji berpirsiyariya çareseriyê biparêzin.”

 

Endamê Konseya Serokatiya KCKê Diyar Xerîb duh 28-08-2017, li ser girtina 2 karmendên MÎTê û krîza di navbera Tirkiye û YNKê de gotibû: “Divê YNK serê xwe li hember guvaşên Tirkiyê netewîne. Divê YNK spasiya PKKê bike, ku operasyonekê Tirkiyê pûç kiriye û nehiştiye abûr û hetka YNKê biçe. Divê YNK diplomatên Tirki veder bikde û karê hemû kompanyayên Tirkiyê yên li Silêmaniyê bide sekinandin. Divêya beriya ku Tirkiye nûnerê YNKê ji Enqerê derbixe, YNKê bixwe ew bang bikira.”

 

Roja 23ê Tebaxê Tirkiyê ji nûnertiya YNKê ya Enqerê xwest ku welatê wan terk bike.

 

Rojek paşî Berdevkê YNKê Sedî Pîre ragihand, ku sedema vê yekê serneketina operasyonekê Tirkiyê ya li nav sînorên Silêmaniyê ye.  

 

Seidî Ehmed Pîre destnîşan kiribû: “Hin endamên MÎTê li dijî PKKê amadekariya operasyonê dikirin, lê operasyon têk çûye û endamên MÎTê ji aliyê PKKê ve hatine desteserkirin û Tirkiye ji ber vê bûyerê, me tohmetbar dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst