Li Çiyayê Goyjeyê yê Silêmaniyê agir bi daristanê ket

29-07-2024
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Çiyayê Goyjeyê Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Goyjeyê yê Silêmaniyê agir bi daristanê ket û di encamê de zêdetirî 200 donim daritan şewitî.

Li Çiyayê Goyjeyê îro sibehê li daristanê şewat derket û bi bayê re agir berfireh bû.

Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed bi çavên tijî girî behsa şewata Çiyayê Goyjeyê kir û got:

“Ez nizanim çi bêjim. Bi salan e şirket, tîmên daristanan û aliyên din hewl didin vê daristanê biparêzin, lê ji nişka ve agir derket û şewitî. Em sedema derketina agir nizanin.”

Qeymeqamê Silêmaniyê da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li van bûyeran hewldaneke mezin daye û gelek şewat derketine lê sedema wan nizanin.

Li gorî qeymeqam, gelek darên ku di çar salên dawî de hatine çandin û avdan şewitîne.

Brêveberê Daristanan ê Silêmaniyê Hewka Celal jî diyar kir ku aigr îro sibehê derketiye û di demeke Kurd de belav bûye.

Hewkar Celal got, “Li gorî texmînên me zêdetirî 200 donim daritan şewitiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst