SEMSÛR - Kurdên Elewî berê xwe da ziyaretan

29-07-2023
Rawîn Stêrk
SEMSÛR - Kurdên Elewî berê xwe da ziyaretan
SEMSÛR - Kurdên Elewî berê xwe da ziyaretan
Nîşan Kurdên Elewî Ziyaret
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) – Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê yek ji wan bajaran e ku hejmareke zêde Elewî lê dijîn û di mehên havînê de dibe warê kombûna xelkê li dora ziyaret û bîrgehan.

Her roj li ber van ziyaretan qurban têne serjêkirin û Elewiyên herêmê kevneşopî û reseniya jîn û baweriya xwe bi cih tînin.

Ji ber ku erdhejeke mezin li bajêr xistibû îsal hejmara qurbanan zêde bûye û xelk ji salên borî zêdetir berê xwe dide wan navendan.

Êl û eşîrên Kurdên Elewî yên li derdora Semsûrê, di demsala havînê de berê xwe didine ziyaret, bîrgeh, cem û demê yên li ser çiyayê ji 2 hezar û 500 metreyî bilindtir.

Elewiyên vê deverê îsal bi birîn û xema erdhejê ya ku nîşane hîn jî diyar in, li dora er û ewliyayên xwe kom dibin ku hema bêje li serê her gir û çiyayekî kesekî lê veşartî heye.

Pîr û tembûrvan amade ne û dora cem û dem û semahê ye, da bi vî awayî baweriya xwe bigihînin Heqê Alemê û bela û qeda ji wan dûr bimînin.

Nobedarê Ziyaretê Yûsif Demir behsa çîroka gorê kir û got:

"Li dijî Osmaniyan şer kiriye"

“Serdarê Meletiyê Huseyîn Qazî yê li Kiraganê şer kiriye li vir razayî ye. 300 sal berê an 400 sal berê li dijî Osmaniyan şer kiriye û li vir li ser hespê xwe şehîd bûye. Em her sal tên ser tirba wî, em lê xwedî derdikevin.”

Dibe ku hejmara bîrgeh û ziyaretên ku li vê derê hene li tu devereke din nebin. Xelkê derdorê hîn jî reseniya Elewîtiya vê herêmê diparêzin û hema her malek her sal ji bo ziyaretekê qurbanan diadîne.

Ew goşt weke loqme tê belavkirin û heta cêniyek jî li malê nayê vegerandin. Rîwayetên ku berê hebûn jî bi yên nû û vê serdemê re berdewam dikin. Baweriya wan a bi van cih û waran jî weke berê berdewam e.

"Tirk jî, Kurmanc jî û yên din jî tên"

Nobedarê Ziyaretê Yûsif Demir got, “Wek ziyaret ti cudahî nînin, Tirk jî, Kurmanc jî û yên din jî tên. Em ji kesî re nabêjin tu were yan tu neyê.”

Ew der jî navenda Ocaxê Axûçanê ye ku di eslê xwe de ji Dêrsimê hatine û weke berdewamê Îmam Zeynel Abîdîn têne nasîn.

Pîrên ku ji vir derketine bi sedan salan rêbertiya êl û eşîran kiriye û hîn jî xelk bi serê wan sond dixwe.

"Serê me li ber lingê wan e"

Zînê Yavaşê jî behsa girîngiya wê rojê kir û anî ziman, “Serê me li ber lingê wan e, em qurbanên xwe dikin. Em Elewî ne, Xwedê nesîb bike, hemû tên dixwin, vedixwin û diçin. Em jê bawer dikin.”

Ew pê bawer in ku daxwaz û duayên ku li vir têne kirin li erdê namînin û her ku yek ji wan qebûl dibe û bi cih tê jî qurbanek li erdê dikeve.

Fîdan Bugdaciyê li wir qurban ser jê kir got, “Me jê pir şifa dît û me piştgirî dît. Em loqmeyan dikin, bangî meriv û malan dikin, dixwin. Kî bi çi niyetê hatibe Xwedê qebûl bike.”

Tevî ku her sal ew kevneşopî berdewam dike, îsal her malbatek jî ji bo ku ew ji erdhejê rizgar bûne û li jiyanê ne. Herwiha ji bo ku şukriya xwe bi Xwedê bikin qurbaneke din ser jê dikin.

Semsûr ku hema bêje ji sedî 15-20ê nifûsa wê Elewî ne, hem bi reseniya vê bawermendiyê û hem jî bi Kurdbûneke ku derdora ji sedî 40ê nifûsa bajêr dike, bi kevneşopiyên xwe yên zindî bi nav û deng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst