Berhemên dîrokî û çandî li Heskîfê têne barkirin

29-07-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Heskîfa Êlihê ji bo miratên çandî yên li qada ku bendav bê çêkirin bên parastin, xebat tê kirin. 

 

Di çarçoveya Xebatên Rizgarkirin û Parastina Berhemên Çandî ya Projeya HES a Bendava Ilisûyê de 12ê gulanê Tirbeya Zeynel Beg ji qada bendavê hatibû barkirin. Hat ragihandin ku bi heman xebatê 8 berhemên din jî dê bên barkirin û li Qada Parka Çandî ya Nû ya Heskîfê bên bicihkirin. 

 

 

Ji bo Hemama Artûkî, Minare û Zawiyeya Îmam Ebdullah, Deriyê Navîn û Kullîyeya Yamaç, Mizgeftên Silêman Xan, Qoç û Qîzan û Minareya Mizgefta Er- Riziq di çêkirina Bendava Ilisûyê de di bin avê de nemînin, dest bi xebatên barkirinê hat kirin. 

 

Saziya Parastina Berhemên Tabîetê ya Amedê ji bo berhemên Tirbeya Îmam Ebdullah, Hemama Artûkî û Mînareya Mizgefta Er-Riziq lêkolînen xwe temam kirin û biryar dan ku bi usûla barkirina Tirbeya Zeynel Beg, bê barkirin.

 

 

Ji bo 5 berhemên din lêkolîn dewam dikin. Hat ragihandin ku heta dawiya salê 8 berhemên dîrokî dê li Qada Parka Çandî ya Nû bên ziyaretkirin.  

 

Derbarê xebatan de Qaymeqamê Heskîfê Farûk Bulent Bayguven daxuynî da û ragihand ku bi raydayîna gelê herêmê qada nû hat diyarkirin, Heskîfa berê li ser 500 dekarî cih digire lê Heskîfa nû li ser 3 hezar dekarî tê bicihkirin. 

 

Bayguven got ku ji bo barkirinê 100 milyon lire butçe hatiye veqetandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst