Li Mereşê erdhej çêbû

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Goksun Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê îro di duyemîn roja Cejna Qurbanê de erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an danê sibê di demjimêr 08:28an de erdhejekê parêzgeha Mereşê hejandiye.

Li gor AFADê, navenda erdhejê li navçeya Goksun a Mereşê û hêza wê jî 4.3 pileyê rîxter bûye.

Herwiha hatiye ragihandin ku erdhej di kûrahiya 6.98 kîlometriya erdê de çêbûye.

Heta niha ti zanyarî derbarê zirarên muhtemel ên erdhejê de nehatine belavkirin.

Li ser medyaya civakî hejmarek welatiyan wiha belav kirine ku erdheja îro li parêzgeha Dîloka Bakurdistanê û parêzgeha Qeyserî ya Tirkiyê jî hatiye hîskirin.

Di 6ê sibata îsal de, du erdhejên mezin bi hêza  7.7 û 7.6 pileyê Rîxterê 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandibûn ku navendên her du erdhejan jî li Mereşê bûn. Navenda erdhejekê navçeya Bazacixê û navenda ya din jî li navçeya Elbistanê bû.

Di encama wan erdhejan de zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Her du erdhejan bandoreke mezin li Rojvayê Kurdistanê û Sûriyê jî kirin û nêzîkî 6 hezar kes jî li wan deran mirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal, heta niha bi hezaran erdhejên biçûk li navçeyê qewimîne. Li gor amarên ku medyayên Tirkiyê belav kirine, ji piştî erdhejên 6ê Sibatê ve heta niha 33 hezar û 77 erdhejên paşekî li navçeyê hatine tomarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst