Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê minibuseke veguhestina rêwiyan û barhilgirekê li hev dan û li gor zanyariyên destpêkê di encam de 4 kes mirin û hejmareke zêde ya birîndar heye.
Li gor agahiyan îro Duşemê 29ê Gulana 2023an li parêzgeha Sêwasê minibuseke veguhestina rêwiyan ku girêdayî kompanya Kangal Seyahatê ye li ser rêya Sêwasê û Meletiyê li barhilgirekê qalibiye û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û li gor zanyariyên destpêkê hejmareke zêde ya birîndar heye.
Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, polîs û tenduristiyê çûne cihê bûyerê û midexaleya destpêkê hatiye kirin.
Li gor zanyariyên destpêkê hejmareke zêde ya rêwiyan birîndar bûne.
#Bilez
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 29, 2023
Li #Sêwas'ê minibusek û barhilgirek li hev qelibîn; 4 kes mirin û hejmareke zêde ya birîndaran heye.
🔗 https://t.co/EhLKDwdy9R pic.twitter.com/H5npUd44Pa
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse