Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî peyameke pîrozbahiyê bo Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şand û têde hêvî dike ku di posta xwe ya nû de, Nêçîrvan Barzanî seqamgîriya aborî û siyasî li Kurdistanê çê bike û pêgeha Kurdistanê jî bihêz bike.
Di vê peyamê de ku bi îmzeya Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Aram Qadir hatiye belavkirin, hatiye gotin: “Bi boneya hilbijartina we ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, em pîrozbahiyên xwe ji we re radigihînin û em hêvî dikin di posta xwe ya nû de serkeftî bin.”
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî di peyama xwe de herwiha dibêje: “Hêviya me ev e ku hûn kar bikin jib o bihêzkirina pêgeha Herêmê û parastina maf û berjewendiyên hevwelatiyên Kurdistanê û çêkirina seqamgîriya aborî û siyasî, bi taybet di vê derfeta niha de ku bo Iraqê û Herêma Kurdistanê çêbûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse