Xelatên 70mîn xûla Festîvala Fîlman a Cannesê hatin belavkirin

29-05-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Xelatên 70mîn xûla Festîvala Fîlman a Cannesê duh bi merasîmekê li Koşka Festîvalan a Cannesê hatin belavkirin.


Merasîm ji aliyê aktirîsta navdar Monica Bellucî ve hat pêşkêşkirin û fîlma derhênerê swedî Ruben Ostlund a bi navê “The Sqûare” xelata “Palmiya Zêrîn” a fîlma herî baş wergirt.


Xelata derhênerê herî baş Sofia Coppola bi fîlmê “The Beuied” stand.

Serlîstikvana fîlmê Fatih Akin Diane Kruger a filma “ In The Fade” wekî aktirîsta herî baş hat diyarkirin.

Derhênerê yewnanî Yorgos Lanthîmos jî di festîvalê de ji ber filmê xwe yê bi navê "Mise à Mort du Cerf Sacré" xelata senaryoya herî baş hilda.

Xelata Taybet a Juriyê jî ji ber filmê "Nelyubov" dan derhênerê ûris Andreî Zvîaguîntsev.

Derhênerê frensî Robîn Campîllo ji ber filmê xwe ya bi navê "120 battements par minute" Xelata Mezin girt.

Festîvala îsal di navbera 17-28ê Gulanê de pêk hat.


Sînemagerên xelat wergirtin ev in:


Fîlmê herî ba/ Palmiya Zêrîn: The Sqûare (Ruben Ostlund)

Derhênera herî baş: Sofia Coppola (The Beguiled)

Aktorê herî baş: Joaqûqîn Phoenix (You Were Never Really Here)

Aktirîsta herî baş: Duane Kruger (In the Fade)

Xelata taybet a sala 70mîn: Nicole Kidman

Xelata Jûrî ya mezin - Grand Prîx: 120 battements par minute (Robîn Campîllo)

Xelata Jûrî: Loveless (Andrey Zvyagîntsev)

Senaryoya herî baş: The Kîllîng of a Sacred Deer û Yoû Were Never Really Here

Kurtefîlma herî baş: A Gentle Night (Qiu Yang)


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst