Dêrsimê gelek mayîn hatine vedan

29-05-2016
SERKAN İNCE
Mayîn
Mayîn
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) – Ji aslên 1990î û vir ve li bajarê Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê gelek mayîn hatine vedan û ji ber mayînan çend kesn jiyana xwe ji dest dane û çend kes jî bûne kêmendam.

 

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji xeynî bajarên ser sînor bajarê ku herî zêde mayîn lê hatine çandin Dêrsîm e.

 

Li gor raporteke 14ê Çileya 1998an a Parlamentoya Tirkiyê li Dêrsîmê 1006 gund û gundik hatine valakirin. Herwiha 40 hezar 933 kes hatine koçberkirin. Li piraniya bejahiyên gundên valakirî, 10 hezar û 557 mayîn hatine çandin. Bêguman li cihê ku ewqas mayîn hatine çandin, gellek qurbaniyan li pey xwe tîne.

 

Ji salên 1990î û vir ve li Dêrsîmê bi dehan kes hene ku ketine ber xezeba mayînên çandî. Ji ber  mayînan hinekan canê xwe ji dest dane hinek ji wan jî bûne kêmendam.

 

Yek ji qurbaniyê mayînan Husên Alî Kaçar ji Rûdawê re wiha got: “Li devera gundê Pax min pez diçêrand. Bizin çû ber baregeha leşkerî. Dema min xwast vegerînim, min pê li mayînê kir û teqiya. Pêyên min parçe parçe bû. Lingê min çû.”

 

 Jiyana wan qurbaniyên ku ji teqîna mayînan sax rizgar bûne, bi temamî guheriye.

 

Alî Kaçar herwiha got: “Min hişê xwe wenda kir. Ez ketim pey derdê xwe. Zarokên min bêxwedî man. Xanima min bêxwedî ma. Piştre ez terikandim. Ez bi vî lingî nikarim bixebitim. Ez dema diçim cihek, dema diçim kar, bi tirs diçim.”

 

Li piraniya gundên valakirî, bi taybetî li derdora baregehên leşkerî mayîn hatine çandin. Baregeh bên valakirin jî mayîn wekî xwe mane.

 

Têkildarê qurbaniyên mayînan hejmareke mîsoger li ber dest tune.

 

Rêkeftina Ottowayê ji 1999an ve hilberîn, bikaranîn, îstîfkirin û firotina mayînên çandî qedexe kiriye. Li Tirkiyê jî ev rêkeftin di 1ê Adara 2004an de ket meriyetê.

 

Parêzerê bi navê Bariş Yildirim jî wiha got: “Li gor raporta ku dewleta Tirkiyê di sala 2004an de pêşkêşî Netewên Yekbûyî kiriye li Dêrsîmê 10 hezar û 557 mayînên çandî hene. Bi taybetî jî li derdora baregehên leşkerî. Bajarên sînor ne tê de, li Tirkiyê bajarê ku herî zêde mayîn lê hatine çandin Dêrsîm e. Di çarçoveya Rêkeftina Ottowayê de diviyabû Tirkiye heta sala 20014an hemû mayînan pûç bike. Lê nekir.”

 

Mayînên ku derdora heştê – sed salî li nav xwezayê bi xwe ve pûç nabe, di heman demê de pirsgirêkek mezin a siberojê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst