Galeriya wêneyan

29-04-2017
20 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Li Silêmaniyê Yekemîn Pêşangeha Teknolojî û Kompûteran a Navdewletî dest pê kir.

 

Xwendekarên 28 zanîgehên ji nav welêt û derveyî welêt, bi 87 projeyan beşdarî festîvalê bûn û xwendekar hunerên xwe pêşkêş kirin.

 

Pêşangeha Teknolojî û Kompûteran a Navdewletî dê 2 roj berdewam be û roja dawîn ji aliyê endamên juriyê ve ji bo 10 xwendekaran dê xelat were dayîn.

 

Herwiha rayedarên vê festîvalê diyar kirin, ku Pêşangeha Teknolojî û Kompûteran a Navdewletî ya Silêmaniyê dê her sal were lidarxistin.