Nêrîna xelkê Amedê li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê

29-04-2014
Rudaw
ٌRûdaw
ٌRûdaw
A+ A-

 

Amed (Rûdaw)- Sibe, 30'ê Nîsanê, li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên herêmî û parlementoya Iraqê birêve diçin. Ev hilbijartin li aliyê Bakûrê Kurdistanê jî mijareke balkêşe.

Çawa hilbijartinên herêmî yên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ji nêz ve hat şopandin hilbijartinên Başûrê Kurdistanê jî li Bakûrê Kurdistanê tê şopandin. Siyasetmedarên kurd daxwaz dikin ku bi van hilbijartinan demokrasiya Başûrê Kurdistanê pêşvetir biçe û xurttir bibe.

Ji ber ku demokrasiya Herêma Kurdistanê ji bo cîranên wê mînakeke girîng e. Siyasetmedarên kurd hêvîdarin ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di nava aştî û aramiyê de derbas bibin.

Her wiha dibêjin encamên hilbijartinan çi be bile ew be lê pêwîstê dawiyê her tişt gorî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê be.

Li gorî siyasetmedarên Kurd çawa ku niha li Başûrê Kurdistanê partiya sereke PDK ye di hilbijartinan de jî ev rewş dê neyê guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst