Galeriya wêneyan

29-03-2020
9 Photos

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê piştî binkeyên Qaîm û Geyarayê binkeya serbazî ya K1 a li Kerkûkê jî radestî artêşa Iraqê kir.

Fermandeyê Operasyonên li Kerkûkê Saad Harbiye ragihand ku hêzên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ji binkeya serbazî ya K1 a li Kerkûkê vekişan û ew binke radestî artêşa Iraqê kirin.

Serbazgeha K1 dikeve bakur rojavayê Kerkûkê û yek ji wan sê serbazgehên hevpeymanan e ku rastî êrişên grûpên nêzikî Îranê hatibû. Niha hemû amadekarî temam bûne û serbaz çaverêyî fermana vekişînê ne.

Sedema vekişîna hevpeymanan ji Kerkûkê heman ew sedema vekişîna hêzên ji Geyare û Qaîm e ku ew jî bi dawîhatina DAIŞê ye. Lêbelê di daxuyaniya vekişîna ji Geyarê, amaje bi wê hatibû kirin ku di dema çêbûna metirsiya wan rêxistinan de, amade ne vegerin bo hevkariya hêzên şerkerên li dijî DAIŞê.

Vekişîna hêzên hevpeyman ji serbazgeha K1 bo Kerkûk û navçeyên veqetandî metirsî dirûst dike. Gundên Kakeyiyan rewşa wan ciyawaztir e ji wê ku hevpeyman û hêzên Iraqî behs dikin.

Nurî Heme Elî, Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê, amaje bi wê dike, “Bêguman vekişîna ji binkeya serbazî ya K1 dê karîgeriyeke xerab li ser navçeyê pêk bîne. Pêwîst Heta niha bi fermî nehatiye aşkerekirin lêbelê li gor zanyariyan, beşek ji serbazên li binkeya K1ê dê bo Silêmaniyê bê şandin.