Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa şer û rewşa awarte li herêma Efrînê 50 hezar xwendekar bê xwendin mane. Li gorî Desteya Perwerdeya Kantona Efrînê berî êrîşa Tirkiyê 318 dibistan û 16 peymangeh hebûn, niha nêzîkî 33 dibistan wêran bûne.
Li gorî heman jêderê 1200 mamoste wek kadroyên zimanê Kurdî û sîstema nû ya xwendinê kar dikirin, ji wan mamosteyan %80 jin bûn, niha piştî kontolkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, xwendin li gor sîstema Hikûmeta Demkî ya Îtilafa Opozisyona Sûriyê tê dayîn.
Ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê û çend grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li ser herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, sektora xwendin û perwerdeyê ji nav çû. Beriya wê êrîşê Desteya Perwerde û Xwendinê ya ser bi Kantona Efrînê ve li gorî sîstema xwe perwerde û xwendinê li Efrînê birêve dibir, lê niha piştî ku Artêşa Tirkiyê û grûpên opozisyona Sûriyê çûne nava Efrînê careke din sîstema xwendina Erebî di nava dibistanên Efrînê de tê dan.
Di sîstema xwendina Kantona Efrînê de beriya êrîşa Tirkiyê, di hersê qonaxên xwendinê yên seretayî, navendî û amadeyî de zimanê Kurdî yê sereke bû, di nav re xwendekar fêrî herdu zimanên Erebî û Ingilîzî jî dibûn. Lê niha piştî kontolkirina herêma Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, xwendin li gorî sîstema Hikûmeta Demkî ya Îtilafa Opozisyona Sûriyê tê dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse