Şaredariya BDP’ê bi kurdî dest bi dayîna dersên matematîk û felsefeyê kir

29-03-2013
Sasan Kotolî
Nîşan Amed Demîrbaş kurdî
A+ A-

Maşallah Dekak

Amed – Şaredariya Sûrê ya Amedê bi 175 xwendekaran dest bi perwerdehiya bi kurdî kir. Xwendekar dê di hêla matematîk, fîzîk, kîmya û felsefeyê bi kurdî hîn bibin.

Bi pêvajoya diyalogê ya di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de, demeke nû dest pê kir. PKK’ê agirbest îlan kir û dest bi paşvekişandina hêzên xwe yên çekdar kir. Herdu aliyan jî aşkera kir êdî dê di şûna çekan de fikir û siyaseta demokratîk bikeve dewrê.

Di  pêvajoyeke wiha de, digel ku li gorî makeqanûna Tirkiyeyê perwerdehiya bi kurdî qedexe ye jî Şaredariya Sûrê ya Amedê dest bi perwerdehiya bi kurdî kir. Lê ferqeke vê perwerdehiyê ji yên din hene. Di vê perwerdehiyê de giramera kurdî nayê dayîn. Şaredarî di Mala Piştgiriya Perwerdehiyê de bi kurdî dersên matematîk, fîzîk, kîmya û felsefeyê dide.

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ku ew jî mamosteyê felsefeyê ye, îro li poleke dersxaneyê de dersa felseyeê da. Di dersê de li ser mantiqa felsefeyê, pirs, rastî, nêrînên Sokrates û Heraklîtos sekinî û mînakên balkêş da. Balkêş bû xwendekar jî  tevli dersê dibûn û bersiva pirsaan bi zimanekî felsefîk didan.

Şaredar Demîrbaş, piştî dersê ji rojnamevanan re axivî. Demîrbaş, diyar kir ku ew dizanin di Makeqanûna Tirkiyeyê de perwerdehiya bi kurdî qedexe ye lê wan bi vê dersê dest bi perwerdehiya bi kurdî kir û ew dixwazin hikûmet vê gavê bidomîne. Demîrbaş, da zanîn ku rêbaza nû ya siyasetê gav û zordayînên rewa ne û ew ê qîma xwe bi qanûnên heyî neynin. Demîrbaş, wiha axivî: “Êdî em li cihê xwe nasekinin. Em ê biguherin û biguherînin. Em ê hewl bidin ku perwerdehiya bi kurdî bi awayeke makeqanûnî bê qebûlkirin. Çimkî zimanê dayikê mafê herî însanî ye û divê perwerdehiya bi zikmakî bê şert û merc bê destpêkirin.”

Demîrbaş, destnîşan kir ew ê tu caran dev ji daxwazên xwe yên azadiyê û demokrasiyê bernedin û ew ê di hêla ziman û mafê perwerdehiyê gav paşde navêjin.

Hêjayî gotinê ye Şaredar Abdullah Demîrbaş bi xebatên xwe yên pirzimaniyê tê nasîn. Heta niha di bin banê şaredariyê de 2 hêlînên zarokan ên bi kurdî hatin vekirin û polek dersa ermenîkî jî hate vekirin. Demîrbaş, di gelek xebatan de cih dide zimanê kurdî, sûryanî, ermenî û erebî jî. Her wiha di bin banê şaredariyê de Komîsyona 40’an hatiye avakirin û di vê komîsynê de ji hemû ziman û baweriyan nûner hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst