Li Gurgumê qezaya trafîkê: 4 kes birîndar bûn

28-12-2022
RÛDAW
Nîşan Gurgum Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê otobûsa taybet ya veguhestina rêwiyan ser bi şaredariyê û minîbûsekê li hev dan û di encam de 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan roja Çarşemê 28ê Kanûna 2022ê  otobûseke taybet ser bi Şaredariya Bajarê Mezin ya Gurgumê û minîbûsekê li Taxa Karataşê li hev dane û li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û ewlekariyê çûne cihê bûyerê û welatiyên ku di nav otobûsê de asê mane hatine derxistin.

Her wiha li gor zanyariyên destpêkê di encama bûyera trafîkê de 4 welatî birîndar bûne û bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst