Soran (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê jineke nêzîkî 100 salî li xaniyekî biçûk bi tena serê xwe dijî û bê nasname ye.
Pîrejina bi navê Hebîbe nêzîkî 25 sal e bi tena serê xwe di odeyeke biçûk de dijî. Odeya wê jî bê ser û ber e û gelek sar e. Sobeyeke wê ya bê neft heye û nizane vêxe, di odeya wê de sobeyeke elektrîkê vêxistiye, ew jî dema elektrîk hebe. Ew dibêje ku ji hemû xizmên wê tenê keçeke wê li jiyanê maye, lê haya wê ji keça wê tine ye.
Hebîbe dibêje: “Xizmên min, heta hevjînê min jî mirine, min gelek jê hez jî dikir, keçeke min hebû, lê zewicî û niha nizanim li ku ye.”
Mûçeya wê ya yextiyariyê hebû, du sal in jê re nehatiye dayîn. Dema danên xwarinê, cîranên wê xwarin jê re tînin, egerna ti tiştekî wê tine û şiyana wê ya amadekirinê jî tine ye.
Hebîbe dibêje: “Xelk her roj xwarin ji min re tînin û ez jê têr dixwim, ti tiştekî min tine û nikarim bi vî temenê xwe amade bikim, lê Xweda dema temen dide, ji birçîtiyê jî rizgar dike.”
Çûn û hatina nav odeyê ji bo wê zehmet e, lê her dema birçî dibe derdikeve derve û li benda cîranên xwe disekine, daku xwarin bînin û zikê xwe têr bike.
Welatiyekî bi navê Cêgir Qadir li devera Sîdekanê çend sal in xwarin û vexwarin dide Hebîbe.
Cêgir Qadir dibêje: “Hevjînê wê di sala 1995an de mir û li ser erdê mizgeftê odeyek jê re hat çêkirin, lê divê hikûmet wê bibe mala yextiyaran, ji ber ku dê rojek ji birçîna yan jî bêyî agahiya kesek bimire, yan jî dê xaniyê wê bi ser wê de hilweşe.”
Cihê Hebîbe devera Biradost e, li sêgoşeya sînorê navbera Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse