9 xwişk û bira ji bo perwerdehiyê li benda alîkariyê ne

28-11-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Sirûca (Pirsûs) Rihayê 9 xwîşk û birayên 4 jê cêwî ne û ji bavê xwe qetîne û li cem dayîka xwe ya astengdar dijîn ji bo bikaribin perwerdehiya xwe bidomînin ji xêrxwazan alîkariyê dixwazin.

 

Bîrgul (14),  Aygul (13), Mehmet (11), Alî Efe (10), Çîgdem-Dîdem (6) û Habîl-Kabîl (5) ên cêwî û Pervîn Yavuzturk (2) a xwîşk û birayên hev in niha li cem diya xwe S.Y ya du sal berê ji ber tundiyê ji bavê zarokan qetiya bû, dijîn.


Malbata mexdûr di xaniyekî kirrî ya du odeyî de dijîn û bi alîkariya Qaymeqamtiya Sirûcê jiyana xwe didomîne. Ji malbatê 8 zarok niha diçin dibistana Egrîceyê. Dersên zarokan gelekî baş in lê bav tu piştgiriyê nade û ew jî ji bo bikaribin perwerdehiya xwe bidomînin li benda alîkariyê ne.


Mamosteya Rêberiyê ya Dibistana Navîn a Egrîceyê Nîda Savurur  daxuyanî da  û got ku rewşa malbatê ji hêla aboriyê ve ne baş e û heya ji dest tê piştgiriyê dide wan.


Mamoste Savurur diyar kir ku Bîrgul û Aygul a diçin pola 8an gelekî jêhatîne ew dikarin dibistanên baş qezenc bikin lê ji wan ra alîkarî lazim e. (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst